Ilham Ehmed û Rohilat Efrîn dê beşdarî civîna “PE”`yê bibin

Di 25’ê sibatê de, bi beşdariya Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed û Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn, li Parlementoya Ewropayê wê civînek bê lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bi sernavê “Kurd û Tirkiyê” wê li Brukselê civînek bê lidarxistin

 

Li Parlamentoya Ewropayê, di 25'ê sibatê de, civînek tê lidarxistin.

 

Şandeyek ji Rojavayê Kurdistanê, Hevseroka Daîreya Têkliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ilham Ehmed û Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn, beşdarî vê civînê dibin.

 

Di civînê de, geşedanên li Rojava û Tirkiyê bi taybet pêvajo, wê were gotûbêjkirin û bi sernavê “Kurd û Tirkiyê” di gotûbêjan de ne, were lidarxistin.

 

Civîn dê li salona SPINELLI a Parlamentoya Ewropayê, saet di navbera 17:00-19:00 de, were lidarxistin.

 

Li gor agahiyan, Endama Parlamentoya Ewropayê Evîn Încîr ji bo civîna li ser Rojava û Suriyê ya li Brukselê vexwendiname şandiye.

 

Êrîşên Hikûmeta Demkî yên li ser Rojava wê ji miarên sereke bin

 

Di civînê de, wê mijara êrîşên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li dijî Rojavayê Kurdistanê û Pêvajoya Aştî û Civaka Dermokratîk, bên gotûbêjkirin.

 

Wê mijara pêvajoya Aştî û Civaka Dermokratîk bê gotûbêjkirin

 

Dê di vê civînê de, Ilham Ehmed û hem jî Endamê Şandeya Îmraliyê ya Dem Partî Mithat Sincar biaxivin.

 

Her wiha wê axaftinên civînê, ji bo zimanên Îngilîzî, Almanî û Îtalî bêne wergerandin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye