Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, di komcivîna heftane ya partiya xwe ya li Meclisê de axivî.
Bahçelî, anî ziman ku hêzên sermayedar bi nûjênkirina peymana Sykes-Pîcotê re, zilmê li erdnîgariya mislimanan dikin û bertek nîşanî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê dan.
Devlet Bahçelî, bi lêv kir ku di nav van gengeşiyan de ew wek Tirkiyê xwe girtiyê mîsogeriyê dibînin û diyar kir ku çavê hêzên sermayedar li Hewlêr, Mûsil, Kerkûk, Tebrîz û Urmiyê ye ku ew der ne tenê welatên cîran in, di heman demê de ji bo wan birayên ziman û olî ne.
Devlet Bahçelî, dest nîşan kir ku li dijî zilma Îsraîl û Amerîkayê, dem pêwîst dike ku li rex Îranê bisekinin û divê şer demildest raweste.
Bahçelî: Polîtîkayên pêvajoyê rast in û hedef pêkanîna ewlehiyê ye
Di berdewamiya axaftina xwe de Devlet Bahçelî anî ziman ku di nav van pêvajoyên şer de, di hundir de xwexurtkirina Tirkiyê pêwîstiyeke bingehîn e û wiha pê de çû:
“Welatê me di nav van krîzan de ye û dê ji van krîzan bi aramî derbikeve.
Her gotinek û kirineke zirarê dide aramiya hundir a Tirkiyê.
Polîtîkaya xwexurtkirinê û destpêka pêvajoya Tirkiyê rast e û ewlehiya me ya neteweyî ji xwe re dike hedef.”
Bahçelî: Ji bo çêkirina qanûnan rewşeke guncav derketiye holê
Devlet Bahçelî, bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe:
“Ew pêvajo xurtkirina biratiyê ji xwe re dike armanc. Komîsyona Meclîsê rapora hevpar amade kir.
Ji bo çêkirina qanûnan rewşeke guncav derketiye holê.
Ji niha û şûn ve tişta ku divê bê kirin ew e ku qanûnên xizmetî pêvajoyê bikin, demildest bên amadekirin.
Yekîtî û biratiya me dê bibe çeka me ya herî xurt.
Di vê serdema krîtîk de berpirsyariya hemû partiyên siyasî û medyayê ew e ku ji gotin û kirinên provakasyonên yên li dijî pêvajoyê ne, dûr bisekine."