Îraq, li cîhanê yek ji mezintirîn welatên xwedî petrol e.
Bi destpêkirina şerê DYA-Îsraîl û Îranê re, Tengava Hurmuz ku yek girîgntirîn rêyê hinardekirina petrolê yê bû qadek şer.
Ev yek li weke ku li cîhanê bandor li ser hinardekirin û buhayê petrolê kir li Îraqê jî bandor kir.
Lewre petrol bingeha aborî ya welat e û zêdetir ji %80 dahat ji petrol tê.
Herêmên girîng ji aliyê petrolê li Îraqê Basra û Kerkûk e.
Li başûrê Kurdistanê jî Duhok û Hewlêr e.
Başûrê Kurdistanê xwedî rezervên girîng ên petrolê ye û bi awayekî serbixwe jî hinardekirin dike.
Li wir şirketên navneteweyî dixebitin û Herêm jî hewl dide serbixwe petrolê bifiroşe.
Li Îraq û Başûrê Kurdistanê riyên hinardkirina petrolê
Riyên hinardekirina petrolê li Başûrê Kurdistanê û Îraqê çi ne:
1- Pipeline (boriyên petrolê): Ev rê ya herî girîng e.
Petrolê ji Kirkuk û Başûrê Kurdistanê dişîne Tirkiyê.
Ji wir digihêje Bendera Ceyhanê û ji wir tê hinardekirin bo Ewropa û Cîhan.
Ev rê herî erzan û herî zêde tê bikaranîn.
2- Tanker (kamyonên petrolê): Ev rê tê bikaranîn dema ku rêya Pipeline ne çalak be.
Tê de petrol bi kamyon tê şandin ji Îran herêmên li Îraqê re.
Ev rê giran û hêdî ye, lê girîng e wek alternatîf.
3-Rêya deryayê (port): Bi taybetî li başûrê Îraqê ye.
Petrolê ji Basra dişîne deryayê û ji wir tê hinardekirin bo Asya, Ewropa û Amerîka
Ev rê ji bo Îraqê pir girîng e.
4-Veguhastina navxweyî: Petrol ji herêmekê tê şandin ji herêmeke din re û paşê ji wir tê hinardekirin.
Heyan Ebdulxenî: Herêma Kurdistanê ji bo şandina petrolê razî nebû
Beriya çend rojan Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku bi girtina Tengava Hurmiz re hinartina petrola Îraqê ya ji bo derve bi temamî sekiniye.
Heyan Ebdulxenî eşkere kir ku wan daxwaz ji Herêma Kurdistanê kiriye ku ji bo hinartina petrola xav bi rêya boriyên Petrolê ya Îraq-Tirkiyê razî bibe lê Hewlêrê heta niha razîbûna xwe nîşan nedaye.
Rêjeya petrola ku wê bihata hinardekirin di navbera 250 hezar û 300 hezar bermîlî de ye.
Îraq: Em ê bi rêyeke ku di Herêma Kurdistanê re derbas nabe petrolê hinarde bikin
Îro jî Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku wan ji bo hinardekirina petrolê ya bi rêya Bendera Ceyhanê dest bi xebatan kiriye.
Ev xet dê di Herêma Kurdistanê re ji aliyê fîzîkî de derbas bibe lê xet ji binêsaziya herêmê sûd negire û girêdayî hikumeta Îraqê bibe.
Heyan Ebdulxenî her wiha anî ziman ku hilberîna petrolê ya niha rojane daketiye 1,5 heta 1,6 milyon bermîlan.
Ebdulxenî diyar kir ku xeta veguhastina petrolê ya Îraq û Tirkiyê tê nûjenkirin
Kapasîteya vê xetê jî rojane 200 heta 250 hezar bermîl e.
Li gorî gotina Wezîrê Petrolê yê Îraqê, tenê 100 kîlometreyên xetê ji bo kontrolkirinê mane.
Ev kar jî dê di nava hefteyekê de biqede.
Piştî kontrolkirinê dê petrola Kerkûkê bi wê xetê rasterast were hinardekirin û dê di Başûrê Kurdistanê re derbas nebe.
Her wiha Wezîrê Petrolê yê Îraqê ragihand ku wan dest bi xebatan kiriye da ku petrolê bi rêya Bendera Banyasê ya Sûriyê û Eqebeyê ya Urdinê re jî hinarde bikin.