Admîral Brad Cooper fermandarê Fermandariya Navendî a Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di 16 rojên destpêkê de, hêzên wan 100 gemiyên şer ên artêşa Îranê têk birine.
Fermandarê CENTCOM'ê da xuyakirin ku di Operasyona Hêrsa Destanî ya li dijî dewleta Îranê de, 50 hezar leşkerên artêşa Amerîkayê cih digirin.
Cooper ragihand ku ew di operasyonê de berdewam in, heta ku tevahiya armancên xwe pêk bînin û dîmenên navend û kargehên dron û mûşekên balîstîk ên Îranê belav kir, ku di wan dîmenan de derdikeve ku ew navend hatine wêrankirin.
Her wiha ev yek jî anî ziman ku di 15 rojan de, hêzên Îranê 300 êrîş li dijî Erebistana Siûdiyê, Îmarat, Qeter, Îsraîl, Kuweyt, Behreyn, Ûman, Urdun, Qubris, Tikriye, Îraq û Azerbeycanê pêk anîne.