Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky duh vîdyoyekê li ser kanala xwe ya Telegramê weşan û got: "Ez dixwazim spasiya Brîtanya û Fransayê bikim.
Heya niha me hejmareke zêde balafirên şer ên Mirage ji Fransayê û Berîtanya yê wer girtine.
Piştî pêşniyara Serokê Amerîkayê em bi hevalbendên xwe re li ser planekê dixebitin da ku di nav 10' rojên bê de şer bide rawestînin.
Ev yek di demekê de tê ku artêşa Rûsyayê îro dest danî ser sê bajarokên li başûr û rojhilatê Ukraynayê, ku pêşveçûna wan berdewam dike. ''
Ji aliyekî din şerê dronan di navbera Rûsya û Ukraynayê de jî berdewam dike.
Sîstemên parastina asmanî yên Rûsî di şevekê de 193' dronên Ukraynayê têk birin.
Di nav wan de 34'dron Moskowê hedef girtibûn û 47 jî li ser herêma Bryansk hedef girtibûn, li wir herî kêm kesek hat kuştin û pêncên din jî birîndar bûn.
Trump: Em bi Rusyayê re lîstikan nakin
Serokê Amerîkayê Donald Trump di balafirê de bersiv da pirsen rojnamevanan û got: "Divê ew şerê li Ukraynayê bi dawî bikin.
Divê Putin ji, ji bo şerê Ukraynayê bi dawî bibe bi mere bibe alîkar.
Donald Trump îdia kir ku Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bi hev re lîstikan nakin.
Trump di balafirê de ji rojnamevanan re got: "Ew bi me re lîstikan nakin, û em jî bi wan re lîstikan nakin."