DYA'yê cezayê aborî li 7 fermandarên Heşda Şabî birî

DYA'yê hejmarek komên çekdar ên Îraqê xistin lîsteya "terorê" û ceza li 7 fermandarên Heşdî Şabî birî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê, îro cezayên aborî li 7 fermandarên komên Heşdî Şabî yên li Îraqê birî.

Wezaretê ragihand ku ev kes berpirsên plankirin û pêkanîna êrîşan li dijî berjewendiyên DYA’yê ne.

Ofîsa Kontrolkirina Mal û Milkên Biyanî, bi daxuyaniyekê diyar kir ku fermandarên ceza li wan hatiye birîn, girêdayî komên Hizbullah, Tevgera Nûceba, Esayîb Ehil El Heq û Tabûra Seyîd El Şuheda ne û wekî komên herî tundrew bi nav kirin.

Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku komên navborî li gorî biryara 13 hezar û 224'an wekî "terorîstên cîhanê" hatine destnîşankirin.

Her wiha ji Hikûmeta Îraqê xwest ku gavên cidî biavêje da ku xaka Îraqê nebe bingeha çalakiyên têkbirina istiqrara herêmê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye