Li hemberî êrîşa li Trabzonê, bersiva herî xurt ji fîrmayên rêwîtiyê yên Kurdistanê hat.
Fîrmayên veguhestinê yên ku li Bakurê Kurdistanê xizmetê dikin, li dijî vê neheqî û bêtehemuliya nijadperest bûn yek û bi yekdengî bersiv dan.
Ji fîrmayan peyama yekîtî û hevgirtiyê
Gelek fîrmayên ku navendên wan li Amed, Wan, Çewlîg, Mûş, Agirî û Mêrdînê ne, ji bo şermezarkirina êrîşê û xwedîderketina li destkeftiyan, li ser ekranên LED`ê yên otobusên xwe nivîsa “Şampiyon Amedspor” derxistin û bi vî awayî dest bi seferên xwe kirin.
Fîrmayan bi vê helwesta xwe hem serkeftina Amedsporê pîroz kirin û hem jî li dijî êrîşa faşîzan a li hemberî hevkarên xwe yên Wanî, peyameke xurt a piştevaniyê dan.
Li Trabzonê çi bûbû?
Nûnerê Amedê, Amedspor ku bi serkeftineke mezin derbasî Lîga Super bûye û amadekariyê dike ku di sezona nû de li dijî tîmên wekî Galatasaray, Fenerbahçe, Beşîktaş, Trabzonspor û Erzromsporê bilîze, pîrozbahiyên wê yên şampiyoniyê ji aliyê nijadperestan ve hatin hedefgirtin.
Êrîşî otobêsê kiribûn
Beriya niha dema ku otobuseke girêdayî fîrmayeke Wanê di nava bajarê Trabzonê re derbas dibû, tenê ji ber ku li ser ekrana wê ya LED`ê “Şampiyon Amedspor” dinivîsî, pêşiya wê hate birîn.
Şofêrê otobusê û rêwiyên tê de, ji aliyê komên nijadperest ve rastî heqaret û gefan hatin.
Ev bûyera rêbirîn û gefxwarinê, li tevahiya Kurdistanê rê li ber hêrs û nerazîbûneke mezin vekiribû.