HRANA: 319 Kes li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê Zext, girtin, darvekirin û binçavkirin didomin. Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA’yê ragihand ku îro li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 319 welatî hatine binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê 319 welatî bê biryara dadwer, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin.

Hat gotin ku di dema binçavkirinê de tundî hatiye bikaranîn.

Li gorî daxuyaniyê, ew kes bi hinceta belavkirina ‘nûçeyên ne rast, têkdana raya giştî û wêne kêşana cihên ku hatine bombebarankirin, hatine binçavkirin û heya niha jî çarenûsa wan nayê zanîn.

Li gorî heman çavkaniyê, ev welatî li bajarên Tahran, Xozistan, Meraxe, Loristan, Bûşehr, Xorasana Rezewî, Faris û Urmiyeyê hatine binçavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye