Di hevdîtina DEM Partî û CHP'ê de rojev hilbijartin û demokratîkbûyîn bû

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, îro serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kir û bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê re civiya. Piştî bi dawîbûna civînê aliyan civîneke çapemeniyê pêk anîn. Di civîna çapemeniyê de Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel diyar kir ku li her derê ku vîna hilbijêran nayê naskirin, ew bi “îstîfakirina parlamenteran” difikirin. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullarıjî jî destnîşan kir ku divê qanûnên ku di çarçoveya pêvajoyê de werin derxistin, di çarçoveya herî berfireh de bin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel îro di demjimêr 12.00'an de serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê kir û bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re civiya.

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullarî û Tuncer Bakirhan ligel Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel, piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.

Di civîna çapemeniyê de destpêkê Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel axivî û got:

"Sedema hevdîtina wan geşedanên di polîtîkayên hundir û derve de ne.

Me li ser bandorên aborî û siyasî yên şerê Îranê li ser Tirkiyê û şert û mercên aborî yên ku welatî tê de ne, dirêj dirêj axivîn.

Divê Tirkiyê di demeke kin û dirêj de tedbîran bigire."

Ozgur Ozel bal kişand ser şerê li Îranê û diyar kir ku tiştên ku di borî de qewimîne, wekî “xizanî, bêkarî û buhabûna kelûpelan” li welatiyan vegeriya ye.

Her wiha di der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de jî Ozgur Ozel wiha got:

"Divê di vê mijarê de gav werin avêtin.

Em plan dikin ku di rojên pêş de bi Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş re bicivin."

Hatîmogullarî: Divê gavên qanûnî bi lez werin avêtin

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullarî jî roja Rojnamegerên ku hatine Kuştin bi bîr xist û wiha domand:

"Musa Anter, Metin Goktepe, Gurbetelli Ersoz, Hrant Dink û hemû rojnamegerên ku hatine kuştin bi rêzdarî bi bîr tînim."

Tulay Hatîmogullarî destnîşan kir ku li Tirkiyê qeyraneke aboriyê ya pir kûr heye û li vî welatî mirov ji birçîna û xizaniyê dimirin.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê got ku ji bo pêvajoyê divê pakêtên qanûnî û yasaya çarçoveyê bi lez werin amadekirin.

Tulay Hatîmogullarî di dawiyê de spasiya CHPê, bi taybetî Ozgur Ozel û Ekrem Îmamoglu kir ku ji destpêkê ve bi samîmiyet piştgirî dan pêvajoya aştî û civaka demokratîk.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye