Serokwezîrê Iraqê pêşwaziya Serokê Parlamentoya Îranê kir

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî pêşwaziya Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf û şanda bêr e kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî di civînekê de ku mijarên hevkarî, karê hevpar û rêyên bihêzkirin û pêşxistina peywendiyên dualî di warên cuda cuda de ku di berjewendiya her du welat û gelên cîran de hatin nîqaş kirin.

Zeydî tekez li ser kûriya peywendiyên di navbera Iraq û Îranê de kir, ku li ser bingeha peywendî û nirxên hevpar ên dîrokî, erdnîgarî û olî hatine avakirin.

Her wiha pesnê helwestên piştevaniyê yên Îranê jî kir, bi taybetî ew alîkariyên ku Komara Îslamî ya Îranê di dema şerê dijî çekdarên  DAÎŞ`ê de pêşkêşî Iraqê kirine.

Serokê Parlamentoya Îranê jî ji aliyê xwe ve kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya ji bo Iraqê diyar kir û rêz li bizavên hikûmeta Iraqê ji bo pêşwazîkirin û xizmetkirina zîyaretkarên îranî di rêwresmên Çileya Îmam Huseyn de girt.

Her wiha tekezî li ser daxwazên welat ji bo berdewambûna li ser pêşxistina peywendiyên dualî û berfirehkirina asoyên hevkariyê jî kir, bi awayekî ku berjewendiyên hevpar ên her du gelên Iraq û Îranê bên dabîn kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye