Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îşev ragihand ku pergalên wê yên parastina hewayî bi operasiyoneke di 12 demjimêran de 438 dronên Ûkraynayê li ser herêmên Rûsyayê û Deryaya Reş anîne xwarê.
Wezaretê diyar kir ku dron li deverên wekî Moskov, Kaluga, Tula, Belgorod, Bryansk, Kursk, herêma Krasnodar, Kirim û Deryaya Reş hatine xistin.
Her wiha Wezaretê destnîşan kir ku pergala parastina hewayî şeva berê jî li başûrê rojavayê Rûsyayê 453 dronên din ên Ûkraynayê anîbûn xwarê.
