Êzidî, di gelemperiya dîrokê de ji bo parastina çand û baweriya xwe, her tim li ber xwe dane.
Li gorî dîroknasên Êzidî heya niha 74 ferman li ser Êzidiyan çêbûne.
Beşeke zêde ji Êzidiyan xwe spartine çiyayên Şengalê.
Çiyayên Şengalê, ji bo vêya hem cihekî pîroz e, hem jî stargeheke ji bo parastina Ezdayetiyê ye.
Berxwedana bêhempa a Êzidiyan, heya niha di parastina bîr û baweriya Êzidiyan de wan parastibe jî, di roja îro de Êzidî rû bi rûyê qirkirina fizîkî û çandî ya xeternak in.
Di destûra Îraqê de Êzidî weke baweriyeke kevnar hatiye naskirin
Ev rastî di fermana 2014’an de hate dîtin û Êzidî ketin wê ferqê ku divê êdî bibin xwedî hêzeke xweparastinê ya rêxistinkirî û êdî ne hinek din, ew xwe bi xwe derbarê xwe de biryarê bidin, çarenûsa xwe diyar bikin.
Li gorî destûra bingehîn a Îraqê hemû netew, ol, bawerî û komên etnîkî yên Îraqê li beramber qanûnan, xwedî heman maf in û wekhev in.
Ji ber vê yekê li gorî destûra bingehîn a piştî rejîma Baasê, Êzidî weke baweriyeke kevnar a Îraqê hatiye naskirin û di destûrê de bi awayekî fermî rêz jê re tê girtin.
Li gorî destûra bingehîn, Tirkmen, Asûrî û neteweyên din jî dikarin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin, çanda xwe biparêzin, xwedî mafên çandî û rêveberî bin.
Her wiha Êzidî dikarin partiyên siyasî, weqif, rêxistin û her weke din ava bikin û birêve bibin.
Di mijara mafên herêmî û sîstemeke federal de jî Îraq bi xwe dewleteke federal e û ji rêveberiyên xwecihî, federal û xweser re rê dide.
Heya niha tenê Kurd li Îraqê di encama têkoşîneke dem dirêj de, karîne mafên xwe yên netewî bi qanûnê misoger bikin û sîstemeke federal ava bikin.
Li gorî qanûnên Îraqê ji derveyî Kurdan, gelên din ên Îraqê jî xwedî mafên xwerêvebirinê yên cûda û xwecihî ne.
Di êrîşa 2014'an de Şengal ji aliyê Îraqê ve nehat parastin
Lê belê, dema DAIŞ`ê 2014’an êrîşî Şengalê kir, Îraqê Êzidî neparastin û rû bi rûyê fermanê hiştin.
Neparastina Êzidiyan li gorî qanûnê sûc e û binpêkirina destûra bingehîn a Îraqê ye.
Ji wê demê ve Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Asayîşa Êzidîxanê ava bûne.
Her wiha11 sal in, Şengal ji aliyê van hêzan û hinek komên din ên parastinê yên ser bi Wezareta Pêşmerge û Heşdî Şebî ve tê parastin.
Rêveberiya Xweser a Şengalê 20’ê sibatê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li Îraqê kir îradeya wan a siyasî û hêzên wan ên parastinê bi awayekî fermî nas bike.
Li Şengalê hêzên leşkerî yên Êzdiyan hatin avakirin
Êzidî biryara xwe dane ku êdî parastina xwe teslîmî ti kesên din nekin.
Ji ber bêstatû hiştina Êzidiyan, her tim derî ji fermanên nû re vekiriye.
Ji bo êdî dawî li fermanan were, Êzidî dixwazin mafên xwe yên parastin, siyasî û rêveberî jî li gorî qanûnên Îraqê mîsoger bikin.
Lê hikûmeta Mihemed Şiya Sûdanî jî li ser peymana 9’ê Cotmehê ya Bexda-Hewlêrê diçe û guh nade daxwazên kurdên Êzidî.
Li gor ezmûnên ku hatine jiyankirin, jidestdana Şengalê, tê wê wateya belavbûna Êzidiyan û destpêkirina qirkirina çand û baweriya Êzidiyan.