Lezgin

ÎRAQÇÎ: ÊRÎŞA ÎSRAÎLÊ YA LI SER ÎRANÊ BI TI PÎVANEKE EXLAQÎ NAYÊ REWAKIRIN

Wezîrê Karê Derve yê Îranê daxuyakirin ku welatê wî amade ye bersiva her destdirêjiyekê bide û li hember her êrîşekê xwe biparêze.

reset font size increase font size

Wezîrê Karê Derve yê Îranê Ebas Îraqçî ragihand ku êrîşa Îsraîlê li ser Îranê, zirareke neyînî dide tevahiya herêm û cîhanê û ev yek anî ziman: Êrîşên Îsraîlê tesîsên nukleerî, baragehên leşkerî  û herêmên niştecihbûnê yên Îranê hedef girtin û Tehranê jî bi mûşekên balîstîk û dronên bombekirî bersiv dabû û wiha berdewam kir: "Li hemberî her destdirêjiyeke nû, em dê bi hemû hêza xwe parastina xwe bikin."

Îraqçî eşkere kir ku, tenê du rojan berî destpêkirina gera şeşemîn a dan û standinên atomî yên Îran û Amerîkayê, artêşa Îsraîlê êrîşek li dijî Îranê pêk anî û got :" Saziyên me yên atomî yên aştîxwaz ku di bin çavdêriya tund a Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê de ne, rastî êrîşê hatin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24