Wezîrê Parastina Neteweyî yê Tirkiyê bi Tom Barrack re civiya

Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Balyozê Amerîka yê li Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyê Tom Barrack pêşwazî kir. Serfermandarê Giştî Selçuk Bayraktaroğlu jî di civînê de amade bû. Di civînê de geşedanên dawî yên li herêmê hatin nîqaşkirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler, Balyozê Amerîka yê li Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Sûriyê Tom Barrack pêşwazî kir.

Serfermandarê Giştî Selçuk Bayraktaroğlu jî di civînê de amade bû.

Di civînê de geşedanên dawî yên li herêmê hatin nîqaşkirin.

Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Sûriyeyê, Tom Barrack  beriya civînê di hesabê xwe yê medya dijîtal de peyamek weşand û li ser bûyerên li Helebê rawestiya.

Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Tom Barrack ku di heman demê de Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê ye li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û îdîa kir ku "Ji bo rageşî kêm bibe bi şev û roj" dixebitin.

Barrack got, "Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li Sûriyeyê bi hemû aliyan re di nava têkiliyeke nêz de ye. Ji bo kêmkirina rageşiyê, ji bo veger li hevdîtinên entegrasyonê ya navbera hikumeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jinûve pêk were, em bi şev û roj dixebitin."

Barrack duh jî bi Cîgirê Serokkomar Cevdet Yilmaz re civiyabû.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye