Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Wekîla Wanê Pervîn Buldan, Wekîlê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol, ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket. Şande wê îro hevdîtina xwe ya 10’emîn bike.
Ji ber ku Şandeya DEM Partî Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar bi Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re li Qasra Serokkomariyê hevdîtinek pêk anîbûn,ev hevdîtina li Îmraliyê zêdetir girîng dibe.
Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin û Cigirê Serokê AKPê Efkan Ala jî tevlî hevdîtinê bûn.
Şandeya Îmraliyê ku ji ewil Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldanê tê de cih digirt, cara weil di 28’ê Kanûna 2024’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Hevdîtina duyemîn jî di 22’yê Çileyê de hate kirin. Li gel Pervîn Buldan û Onder, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari, siyasetmedar Ahmet Turk, Wekîlê DEM Partiyê Cengîz Çîçek û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Faîk Ozgur Erol jî bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Di vê hevdîtinê de Abdullah Ocalan, banga dîrokî ya Aştî û Civaka Demokratîk kiribû.
Piştî ku Sirri Sureyya Onder krîza dil derbas kirî, Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol di 21’ê Nîsanê de çûn Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kirin. Ji endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan û Faîk Ozgur Erol, piştî kongreya dîrokî ya PKK’ê ya di 5-7’ê Gulanê, di 18’ê Gulanê de çûbûn giravê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtineke nû kirin.