Îranê agahiyên nû derbarê operasyona Amerîkayê de dan

Îranê, ragihand ku di mîsyona rizgarkirina firokevanê Amerîkî de balafir û helîkopterên Amerîkî hatine wêrankirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî ajansa nûçeyan a Tasnim, Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ragihandiye ku di mîsyoneke Amerîkî de ji bo lêgerîna li pey firokevanekî li Îranê, çend "tiştên firokeyê" hatine wêrankirin.

 

Supaya Pasdaran, diyar kir ku di operasyoneke hevbeş de (di navbera Hêzên Hewayî û Bejayî, Yekîneyên Seferberiya Gel, hêzên Besîc û polîsan de), balafir û helîkopterên "dijmin" hatine wêrankirin.

 

Ev daxuyaniya Supaya Pasdaran jî, piştî wê yekê tê ku Fermandariya Polîsên Îranê gotibû ku balafireke veguhastinê ya leşkerî ya C-130 ya Amerîkî li başûrê Îsfahanê xistiye xwarê.

 

Ji aliyekî din ve jî, Artêşa Îranê îdea kir ku roja yekşemê li heman herêmê droneke Îsraîlî xistiye xwarê.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye