Putin: Berazên Ewropî dixwestin bi hilweşîna Rûsyayê kêfxweş bibin

Serokê Rûsyayê dibêje; "serokên Ewropî û hevalbendên Ûkraynayê dixwazin Rûsyayê hilweşînin." Vladimir Putin Rojava bi şerê Moskowê yê li dijî Ûkraynayê sûcdar kir û gef xwar ku ew ê serweriya xwe ya li Ûkraynayê berfirehtir bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin hevalbendên Ûkraynayê wekî "beraz" bi nav kirin ku dixwazin Rûsyayê hilweşînin.

Vladimir Putin diyar kir ku Moskow wê hewl bide ku "destkeftiyên" xwe li Ûkraynayê berfireh bike.

Putin di civîna bi payebilindên xwe yên leşkerî re da zanîn ku îhtîmale Kremlin plana aştiyê ya sererastkirî ya ji bo bidawîbûna şer qebûl bike, red kir.

Putîn: Rojava bi şerê Moskowayê yê li dijî Ûkraynayê sûcdar kir

Di vê navberê de, Pûtîn careke din Rojava ji ber şerê Moskowayê yê li dijî Ûkraynayê sûcdar kir.

Serokê Rûsyayê, Serokê berê ya Amerîkayê Joe Biden bi destpêkirina şerê Rûsyayê sûcdar kir.

Putîn di dewama axaftina xwe got: "Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, ji me  ve xuya bû ku em ê zû bibin endamên malbata şaristanîya neteweyên Ewropî.

Lê îro derdikeve holê ku li wir şaristanî tune, tenê hilweşînek tevahî heye.

Putîn Ewropa rexne kir ku ka ew çiqas hêvî dike diyalogê bi Moskowê re bike.

Lê ji ber hebûna elîtê awropî, ev tişt ne mûmkîne.

Putîn: Hêzên me yên nukleerî nûjen mînaka wê li cîahên tuneye

Pûtîn di axaftina xwe de ji efserên leşkerî yên payebilind ên Rûsyayê re pesnê artêşa Rûsyayê da û wiha got:

"92 ji sedî, hêzên me yên nukleerî nûjen in.

Li cîhanê hêzek nukleerî ya din wek wê tuneye.

Em çekên nû û amûrên nû yên tunekirinê pêş dixin.

Di cîhanê de mînaka wê tuneye, ew ê di demek nêzîk de xuya nebin."

Her wiha Pûtîn bi taybetî li ser mûşeka balîstîk a Oreshnik a menzîla navîn a nû ya Rûsyayê axivî û wiha got: " Wê muşek mehê bi fermî, ji bo şer bikeve dewrê."

Putin bal kişand li ser şereke muhtemel yê Ewropayê re jî û got: "Ger Ewropa bixwaze şerekî dest pê bike, em niha amade ne."

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin destnîşan kir wan ev statu di Hezîrana 1990'an de, beriya hilweşîna Yekîtiya Sovyetê di Kanûna 1991'an de, ragihandiye ku Rûsya dewletek serwer e bi dest xistiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye