Li Rio de Janeiro yê di serdegirtina polîsan de 64 kes mirin

Li Brezîlya yê di serdegirtineke mezin a polîsan li ser firoşkarên madeyên hişber de di navbera polîsan û çeteyan de şer derket di encamê de 4 jê polîs 64 kes mirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Karbidestên ewlehiyê ji CNN Brasil re diyar kirin ku di serdegirtineke mezin a polîsan de ku roja sêşemê li Rio de Janeiro pêkhatî de şer derketiye herî kêm 64 kes mirine.

Waliyê Eyaleta Rio de Janeiro Cláudio Castro ragihand ku di serdegirtinê de mîqdareke mezin ji madeyên hişber û 42 çek hatine desteserkirin.

Castro li ser hesabê xweyê X'ê peyamek di derbarê bûyerê de parve kir û  got : "Ev operasyona herî mezin a di dîroka Rio de Janeiroyê de ye".

Her wiha Daîreya Polîsan a Rio de Janeiro eşkere kir ku di operasyonê de herî kêm 81 kes hatine girtin.

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî jî serdegirtina hatî kirin rexne kir û got "Em ji ber asta tundûtûjiyê bi tirs in."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye