QSD´ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku duh, komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Veguhêz bi çekên giran Bendava Tişrînê û derdora wê armanc girtin.
Top li bendav, malên karkeran û gundên derdorê ketine û ev yek gefek mezin li ser jiyana sivîlan çêdike.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriye Demokratîk, da zanîn ku ev êrîş, berfirehkirina şer e û binpêkirineke eşkere ya peymanên agirbestê temsîl dikin.
Berdewamiya wan tenê dê bibe sedema aloziyek zêdetir û gefê li aramiya herêmê bixwe.
Di dawiyê de, QSD´ê destnîşan kir ku hikûmeta Veguhêz bi tevahî berpirsiyarê van binpêkirinane.