Stêrkê Santosê yê 34 salî, neçar ma ku ji bo maça Copa Sudamericana a li dijî tîma San Lorenzoyê ya Arjantînê dûr bikeve.
Li Brezîlyayê fikarên li ser birîna Neymar zêde dibin.
Bijîşkê kulûba Santosê Rodrigo Zugaib diyar kir ku lîstikvan amade ye ku di 27'ê Gulanê de di çarçoveya amadekariyên Kûpaya Cîhanê de beşdarî perwerdehiya yekem a tîma neteweyî ya Brezîlyayê bibe.
Neymar di sala 2023'yan de li hemberî tîma Uruguayê bi giranî birîndar bûbû
Dema ku Neymar bi tevahî baş bibe an jî nêzîkî başbûnê bibe, dê beşdarî tîma neteweyî ya Brezîlyayê bibe.
Dibe ku ew roja sêşema bê di maça li dijî Deportivo Cuenca de bilîze.
Bijîşkê kuluba Santosê Rodrigo ji rojnameya O Globo re axivî.
Her wiha hêjayî gotinê ye ku golarê herî baş ê Brezîlyayê bi 79 golan di 128 maçan lîstiyê.
Neymar di maça pêşbirka Kûpaya Cîhanê de ya li hemberî tîma Uruguayê ya di cotmeha 2023'yan de bi giranî birîndar bûbû û ji maçê hatibû derxistin.