Li taxa Seyide Zêneb a Şama paytext, kesekî bombeyek avêt wesayîtekê.
Ixbariya Sûriyê got ku di encama teqîna bombeyê de kesek hate kuştin.
Li gorî ajansa SANA`yê Wezareta Karên Hundir lêkolîn li ser rewşa teqînê daye destpêkirin û hêzên ewlehiyê hebûna xwe li cihê bûyerê zêde kirin, da rê li ber nêzîkbûna sivîlan bigirin.
Tîmên pispor tavilê dest bi xebata xwe kirin, da ku hûrguliyên bûyerê eşkere bikin.
Çavkaniyê, destnîşan kir ku lêpirsînê ji bo tespîtkirina gumanbarê ku bombe avêtiye, dest pê kiriye.