Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku li parêzgeha Abyan a başûrê Yemenê di êrîşeke el-Qaîdê de, herî kêm 10 kes hatin kuştin û 15 kesên din jî birîndar bûn.
Berdevkê Leşkerî yê Hêzên Encûmena Demkî ya Başûr Mihemed el-Naqîb eşkere kir ku komeke çekdar bi du otomobîlên bombekirî êrîşî baregeha hêzên wan kirine.
Her wiha Mihemed el-Naqîb da xuyakirin ku hêzên wan bersiv dane êrîşkaran û di encamê de 6 endamên el-Qaîdê hatine kuştin. El-Naqîb herî dawî wiha got:
“Di encama bersiv dayînê de 4 leşkerên me jiyana xwe ji dest dan û 15 leşkerên din jî birîndar bûn.”