Helbestvan û siyasetmedarê mezin ê netewî Cîgerxwîn, beriya niha bi 41 salan, di 22'yê Cotmeha 1984'an de li Stockholma paytexta Swêdê koça dawî kir.
Cîgerxwîn di hewşa mala wî de li bajarê Amûdê spartin axê.
Nivîskar û helbestvanê Kurd ê navdar Cîgerxwîn di sala 1903'yan de li gundê Hesara yê navçeya Kercosê ku berê giredayî Mêrdînê bû, bi navê Şêxmûs Hesen ji dayîk bibû.
Cegerxwîn ji dê û bavekî cotkar hatîye dinyayê û diya wî Êzîdî bû.
Cîgerxwîn bi malbata xwe re koçî bajarê Amûdê dibe
Piştî destpêkirina Şerê Yekem ê Cîhanê di sala 1914'an de bi malbata xwe re derbasî binxetê, bajarê Amûdê dibe.
Di sala 1920'an de careke din vedigere Bakurê Kurdistanê û li Amedê dest bi perwerdeya dibistanê dike.
Lê piştî Serhildana Şêx Seîd a di sala 1925'an de derbasî Başûrê Kurdistanê bajarê Rewandûzê dibe û piştre jî diçe Bexdayê.
Cîgerxwîn piştî Bexdayê dîsa vedigere Rojavayê Kurdistanê û li bajarê Amûdê bi cih dibe.
Her wiha Cîgerxwîn di sala 1927'an de bi keça xalê xwe re dizewice û sala 1928'an yekem dîwana xwe dinivîse ku tê de behsa jiyana xwe dike.
Li Amûdê perwerdeya olî werdigire û di sala 1928'an de dest bi nivîsandina helbestên Kurdî dike.
Bi Kurdên navdar ên ji Bakurê Kurdistanê wekî Celadet Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan re xebatên wêjeyî û siyasî dike.
Di Kovara Hawarê de ya ku ji aliyê Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî ve dihat derxistin, bi navê Cegerxwîn helbest dihatin weşandin.
Li ser rastiyên dijwar ên jiyana li Kurdistanê nivîsand
Dema li Amûdê, ew û hevalên xwe komeleyek Kurdî ava dikin.
Wî helbestên xwe li ser şoreş, zilm, berxwedan û evînê dinivîsand.
Nemir Cîgerxwîn weke helbestvanê azadiyê tê nasîn
Helbestvanê nemir Cîgerxwîn berhemên ewqas bi bandor pêşxistin ku niha ew wekî bavê wêjeya Kurdî û "helbestvanê azadiyê" tê nasîn.
Her wiha di nav mele û feqiyan de bi navê "Seydayê Cîgerxwîn" hatiye binavkirin û xelkê Kurdistanê jî, jê re tenê "Cîgerxwîn" an jî "Seyda" dibêjin.
Cîgerxwîn jiyana xwe di nava wêje û siyasetê de derbas kir û gelek helbest, ferheng, çîrok û berhemên dewlemend li pey xwe hiştin.
Seydayê Cîgerxwîn evîndarê azadî û serxwebûna Kurdistanê bû.
Cîgerxwîn di dîwana xwe ya yekem a Agir û Brûsk de, helbestekê bi navê “Serxwebûn” dinivîse û tê de diyar dike, ku serxwebûna Kurdistanê pir xweş û hêja ye.
Daxwaza Cîgerxwîn ew bû ku civak berê xwe bidin ilm û zanînê
Daxwaz û banga helbestvanê Kurd Cîgerxwîn ji civakê ew bû ku berê xwe bidin ilm û zanînê da ku bikaribin wêjeya Kurdî zindî bikin.
Helbestvanê qedirbilind Cîgerxwîn li pişt xwe 8' dîwanên helbestan û 11' pirtûkên ku behsa dîrok û ferhenga Kurdan dikin hişt.
Di pirtûkên xwe de gelek caran banga yekîtiya Kurdan û azadiya Kurdistanê kiriye.
Gelek helbestên wî weke stran hatine xwendin û ya herî bi navûdeng jî “Kî ME EZ” e ku hunermend Şivan Perwer bi navê “Kî Ne Em” kiriye stran.