Li kelha dîrokî ya Rihayê vedîtinên nû

Li Kelha dîrokî ya Rihayê di encama lêkolînan de nexşeya şênkayî, lawir, motîf û geometrîk ku dîroka wê vedigere sedsala 5`an P.Z hate dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarê Rihayê li Başûrê Gola Masiyan nexşeyekî şênkayî, ajalan û nimûşên bi Grekî hatine nivîsîn ku dîroka wê vedigire hezar û 500 salên berê hatiye dîtin.

Di derbarê wê de rêvebira kolandinê Prof. Dr. Gulriz Kozbe eşkere kir ku ev mozaîk girêdayî dêrekê ne.

Nivîsa li ser bermahiyan hatiye nivîsand behsa çîroka Kont Anaskas û malbata wî tê kirin.

Kont Anaskas endamekî elîta leşkerî û olî ya wê serdemê bûye.

Mozaîk û motîfên kozmîk jî nîşan didin ku ew sembola ba, av, ax û agir in.

Kozbe tekez kir ku gorên ji heman serdemê jî li herêmê hatine dîtin.

Ev vedîtin ji bo têgihîştina pratîkên olî yên serdema destpêkê ya Bîzansê ye.

Restorasyona kelehê ku di erdhejên 6'ê Sibata 2023'yan de ziyan dîtiye û dê dawiya sala 2026`an de biqede.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye