Ev çend roj in binpêkirina agirbesta li Xezeyê ji aliyê Îsraîl û Hemasê ve, di rojevê de ye û her du alî jî hev du tewanbar dikin.
Cîgirê Serokê Amerîkayê J.D. Vance di serdana xwe ya duh a Îsraîlê de, got ku pêkanîna peymana agirbesta Xezeyê pêşve diçe û agirbest didome.
Raportên medyaya Îsraîlê gotin ku Vance wê îro li Orşelîmê, di nav de Serokwezîr Benyamîn Netanyahu, bi rayedarên Îsraîlê re bicive.
Tê payîn ku Vance wê ji Netanyahu bixwaze ku dest bi dan û standinên li ser mijarên demdirêj bike, da ku şerê bi Hemasê re bi dawî bike.
"Ji bo radestkirina çekên Hemasê ti demek diyarkirî tune ye"
Her wiha J.D. Vance duh di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku Washingtonê ji bo radestkirina çekên Hemasê hîna demek diyarkirî nedaye.
Lê Vance hişyarî da ku heke Hemas çekên xwe radest neke, wê tiştên pir xirab rûbidin.
Vance destnîşan kir ku Hikûmeta Îsraîlê di bicîhanîna plana Xezeyê de alîkariyeke girîng pêşkêş kiriye û got:
"Ji Îsraîl tê xwestin ku li gorî plana Trump hejmarekî ji hêzên xwe li Xezeyê bihêle û Tirkiye dikare bi roleke avaker rabe."
Cîgirê Serokê Amerîkayê piştrast kir ku tu hêzên Amerîkî li ser erdê li Xezeyê nayên bicihkirin.
Îsraîlê nasnameya termên 2 dîlên ku ji Xezeyê derxistine eşkere kir
Li aliyekî din jî, Artêşa Îsraîlê îro serê sibê ragihand ku li gorî lêkolînên dadwerî, 2 termên din ên ku duh bi şev li Xezeyê hatine derxistin, yên dîlên Tamir Adar û Aryeh Zalmanovich in.
J.D. Vance duh da zanîn ku cihê hin termên dîlgirtiyên li Xezeyê nayê zanîn û eşkere kir ku ev pirsgirêk dijwar e û wê di şevekê de neyê çareserkirin.