Endama Tevgera Apoyî Hêlîn Umît li ser meseleya çareseriya pirsgirêka Kurd, nîqaşên rojane yên siyaseta Tirkiyeyê ji Medya Haber TV're axivî.
Di axaftina xwe de Hêlîn Umît diyarkir ku ji ber hişmendiya dîrokê lawaz e, têkoşîna demokrasî û azadiyê jî bi tu awayî bi ser nakeve.
Hêlin Umit bal kişand ser komploya navneteweyî û got:
" Rastiya 9'ê Cotmehê di nav têkoşîna civaka Kurd de xwedî cihekî gelekî girîng e. Lewra eger em îro civaka Kurd wek diyardeyeke sosyolojîk, dîrokî û civakî binirxînin, em nikarin wê ji têkoşîna ku bi Komploya Navneteweyî re hatiye meşandin û hişmendiya ku wê derxistiye holê, qut bigirin dest."
Helîn Umît: Azadiya Rêber Apo, azadiya Tirkiyeyê ye
Her wiha Hêlin Umit axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Astengiya herî mezin a li pêşiya vê, armancên wan hêzan e ku dixwazin bi mehkûmkirina Rêber Apo li Îmraliyê planên xwe yên hegemonîk li herêmê pêk bînin. Xwestina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, tê wateya xwestina bihêzbûna gelên herêmê."
"Komîsyon karê xwe belavî demê dike"
Endama Tevgera Apoyî Hêlin Umit di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Mirov dikare ji bo xebatên komîsyonê bi rehetî vê bibêje: Belavkirina li ser demê û mijûlkirinek gelekî eşkere ye. Dewletê eger komîsyonek bi navê hevgirtina neteweyî, xwişk-biratî û demokrasîyê avakirine û divê gavên demokratîk bavêjin."
Hêlin Umit di axaftina xwe de li ser qedexe kirina zimanê dayikê jî got: "Divê kurd zimanê xwe bikar bînin."
Endama Tevgera Apoyî Hêlin Umît destnîşan kir ku entegrasyona demokratîk ew e ku mafê hemû netewan were dayîn.
"AKP pozisyona heyî ya Rêber Apo ji bo xwe dike amur"
Di dawiyê de Hêlin Umît da zanîn ku AKP'ê pozîsyona heyî ya Rêber Apo ji bo xwe dike amûr. Ji ber vê yekê xwe giran dike. Helîn Umît diyar kir ku wan ji bo Komîsyon bi Rêber Apo re hevdîtinê bike û nêrînên xwe bi hev re parve bikin gav avetine. Herî dawî jî Helîn Umît îşaret bi berpirsiyariyên dewletê kir û got: "Niha dora dewletê ye."