Li Îranê balafirgeh û tesîsên teknolojiyê hatin bombebarankirin

Di 24 seatên borî, Amerîka û Îsraîlê bi dijwarî xalên leşkerî, enerjî û balafirgeh ên Îranê bombebaran kirin. Her wiha komên çekdar ên Îranê li Sûriyê, Îraq, Libnan û Yemenê bûn armenca êrîşan. Îranê jî, ragihand ku şertên DYA'yê gelek giran in û dê van şertan qebûl neke.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di derengiya şevê de, li paytexta Îranê, li derdora Balafirgeha Mehrabadê êrîşek pêk hat.

 

Her wiha li Balafirgeha Navneteweyî ya Îmam Xumeynî jî, cihek rastî êrîşan hat.

 

Êrîş li ser tesîsên ku kar û barên pêşxistina teknolojiya mûşekan û alavên leşkerî jî dikin, pêk hatin.

 

 

Yekem car S-300 hatin hedefgirtin

 

 

Dewleta Îranê ku xwediyê pergala parastinê ya S-300 ku ji Rûsyayê girtiye, heta niha parastina hewayî nexistibû meriyetê.

 

Li gorî çavkaniyan şevê din ev pergal li Tehran û Karajê hatin hedefgirtin.

 

Li hinek xalên nêzî baregehên leşkerî, depoyên sotemeniyê û santralên elektrîkê yên ku enerjiyê didin navendên leşkerî rastî êrîşan hatin.

 

Êrîş bi giranî li ser Tehran, Karaj û Îslamşehrê bûn.

 

 

Îranê jî êrîşî Îsraîlê kir

 

 

Êrîşên Îranê li dijî Îsraîlê jî hebûn.

 

Ji ber êrîşa mûşekî ya Îranê li herêma Ramat HaSharon a nêzîkî Tel Avîvê ziyanên madî çêbûn.

 

Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku wê çend mûşekên Îranê xistin xwarê.

 

 

Li Sûriye û Îraqê xalên komên girêdayî Îranê hatin bombebarankirin

 

 

Îsraîl û Amerîkayê li Sûriyê, Îraq û Yemenê êrîşî xalên alîgirên Îranê kirin.

 

Hate ragihandin ku balafirên şer ên Îsraîlê li herêma Seyide Zeyneb a Şamê û li gundewarên Humsê noqteyên komên girêdayî Îranê bombebaran kirin.

 

Li Îraqê jî balafirên Amerîkayê li herêma Curf al-Saxir a li nêzî sînorê Sûriyê li Qaîm li dijî baregehên Ketîbeyên Hizbullahê êrîş pêk anîn.

 

 

Li Libnan û Yemenê êrîşî komên girêdayî Îranê hat kirin

 

 

Li Libnanê Artêşa Îsraîlê bajarokê Meireka Tîrdeba yê li Siwerê bombebaran kirin.

 

Di encamê de, 5 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

 

Her wiha di êrîşên Îsraîlê de li bajarokê Serîre û Qetranî yên Cizînê 9 kes birîndar bûn.

 

Hizbullahê jî hêzeke Artêşa Îsraîlê li Xiyamê hedef girt û roket avêt wargeha Kiryat Shmona ya Îsraîlê.

 

Hêzên deryayî û esmanî yên DYA'yê bi hevkariya Brîtanyayê, li herêma Hodeyda û Sena li Yemenê, depoyên mûşekan û radarên Hûsiyan bombebaran kirin.

 

 

Amerîkayê encamên nû yên şerê li dijî Îranê eşkere kirin

 

 

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM)'ê, amarên herî nû yên operasyona "Hêrsa Destanî" belav kirin.

 

CENTCOM'ê, da xuyakirin ku di nav xaka Îranê de li zêdetirî 13 hezar hedefan hatiye xistin.

 

Zêdetirî 155 keştî, jêrderyayî û kelekên şer ên Îranê hatine têkbirin an jî xisarên giran dîtine.

 

Wezaretên Parastinê yên Erebistana Siûdî, Kuweyt, Îmarat, Behreyn, Uman û Qeterê amarên êrîşên ji 28ê Sibatê heta 6'ê nîsana 2026`an belav kirin.

 

Li gorî van amaran, di vê demê de Komara Îslamî ya Îranê bi dron û mûşekan 5 hezar û 533 caran êrîşî çend cihên wan welatan kiriye.

 

Ji sedî 49,7 hi wan êrîşan li Îmaratê hatine kirin.

 

Êrîşên Îranê 6 welatên Kendavê li xwe girtine ku ew jî Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Uman, Behreyn û Kuweyt in.

 

 

DYA û Îsraîl dixwazin Îran şertan qebûl bike

 

 

Lê ligel êrîşan jî Îranê duh ragihand ku şertên DYA'yê gelek giran û dûrî aqil in.

 

Ligel vê daxuyaniyê jî deriyê muzakereyan vekirî hate hiştin.

 

Serokê DYA'yê Donald Trump jî şevê din cardin daxuyaniyên bi nakokî dan û wiha got:

 

"Îran nêzîk qebûlkirina şertan e. Ger qebûl neke dê pirên wan, santralên wan ên ceryanê û binesaziya wan bên tunekirin."     

Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth jî gef li Îranê xwar ku îro wê Îran rûbirûyê hejmara herî mezin a êrîşên leşkerî bibe.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye