Li Başûrê Kurdistanê çeteyekî DAIŞ'ê hat girtin

Piştî şopandina agahiyên îstîxbaratî û berhevkirina agahiyên berfireh ji aliyê Dijî Terora Başûrê Kurdistanê ve, hêzên wan karîbûn endamekî daxwazkirî yê Çeteyên DAIŞ`ê bigirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniyeke ku îro ajansa Dijî Terorê belav kir, kesê hatî girtin endamê beşa 210’an a rêxistina terorîstî ya DAIŞ`ê bû û di çalakiyên wê de beşdar bûye.

Dijî Terorê her wiha got ku bavê kesê hatî girtin, di nav rêzên DAIŞ`ê de li Wîlayeta Bakurê Bexdayê fermandarê desteyeke leşkerî bû û paşê bûye waliyê Felocê.

Daxuyaniyê di heman demê de diyar dike ku endamê hatî girtin, piştî hilweşîna DAIŞ`ê, berê xwe daye bajarê Silêmaniyê û li wir bi cih bûye.

Her wiha, wî wekî endamekî çalak ê rêxistinê li sînorê Silêmaniyê çalakiyên xwe berdewam kiriye, heta ku ji aliyê Dijî Terorê ve hatiye girtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye