Îranê 3 welatiyên Beluc kuştin

Kuştin û darvekirin hîn jî li Îranê berdewam dikin, li gorî ku hatiye ragihandin dewleta Îranê 3 welatiyên Beluc kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gundê Sandhamzeh ê navçeya Daştiara ya navçeya Negur a Eyaletên Sistan û Belucistanê 3 welatiyên ciwan ên di hundirê wesayîtê ji aliyê dewleta Îranê ve hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya rêxistina mafên mirovan a li Îranê HENGAW’ê, ciwanên bi navên Belal Hout ê 24 salî, Abubakr Pirasteh ê 27 salî û Sanaollah Pirasteh ê 29 salî, dema di wesayîtê de bûn, rastî gulebaranê hatin û jiyana xwe ji dest dan.

Hat zanîn ku bêyî hişyariyek were kirin wesayît hatiye gulebarankirin, piştî êrîşê wesayît hat rawestandin û hêzên rejîmê bi gulebaranê her sê welatî kuştin.

Têkildarî bûyerê heta niha jî ti daxuyanî nehatine dayîn.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye