MKG û DFG'ê rojnameger Gurbetellî Ersoz bi bîr anîn

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya salvegera şehadeta Gurbetellî Ersoz duxuyanî dan. MKG û DFG’ê bal kişadin li ser têkoşîna Gurbetellî Ersoz, ya li dijî feraseta mêrên serdest û wiha hate gotin :"Gurbetellî Ersoz, pêşenga têkoşîna azadiya jinan û çapemeniya azad e."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi boneya  salvegera şahedata rojnameger Gurbetellî Ersoz de daxuyanî weşandin.

 

 MKG’ê Gurbetellî Ersoz, deng û pênûsa jinan a berxwedanê ye

 

MKG’ê di daxuyaniya xwe de  got: "Gurbetellî Ersoz, pêşenga têkoşîna azadiya jinan û çapemeniya azad e. Piştî jiyaneke ku li pey rastiyê, di 8'ê Cotmeha 1997'an de koça dawî kir. Gurbetellî bi pênûsa xwe, dîwarên bêdengiyê yên ku ji hêla fermana medyaya serdest a mêran ve hatine ferzkirin şikand, bedelên giran da, da ku dengê jinan, xizanan, gelê Kurd û hemî komên bindest bigihîne."

 

Gurbetellî Ersoz li ser avakirina peyva rastiyê li dijî hêza derewan bû

 

MKG’ê destnîşan kir ku Gurbetellî Ersoz pênûsa xwe ne tenê ji bo çêkirina nûçeyan, di heman demê de ji bo vekirina rêya azadiyê jî bi kar anî. Ji bo Gurbetellî, rojnamegerî ne tenê ragihandina bûyeran bû; ew li ser zindîhiştina wijdanê civakê, li ser avakirina peyva rastiyê li dijî hêza derewan bû.

 

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê di daxuyaniyê de teqez kirin ku erka wan ya bingehîn ew e ku mîrateya Gurbetellî zindî bihêlin û rêya wê vekiriye berfireh bikin.

 

Hate destnîşan kirin ku nivîsandina heqîqetê ya bi zimanê Gurbetellî tê wateya xwedîderketina li bîranîna wê.

 

 Di daxuyaniya MKG’ê de hat di diyarkirin  ku gotina Gurbetellî ya 'Heta jin azad nebe gel azad nabin' ji xwe re esas digirin û wiha hate gotin:  "Em ê bi vê re li dû heqîqetê bi pênûsa xwe bigirin.

 

DFG: Gurbetellî bi pênûsa xwe li dijî feraseta mêrên serdest têkoşiya ye

 

Her wiha DFG’ê jî bi daxuyaniyekî  pêşenga çapemeniya azad Gurbetelli Ersoz bi bîr anî û wiha got:  "Gurbetellî Ersoz, yekem jina ku li dijî feraseta mêrên serdest  têkoşiya ye."

 

 DFG’ê da zanîn ku Gurbetellî Ersoz, li Tirkiyeyê û Kurdistanê yekemîn jina ku bûye Gerînendeya Giştî ya Weşanê û bi vê peywira xwe navê xwe li dîrokê xistiye.

 

 

Hate gotin ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê cara ewil e ku şeveke xweser a  aydî jinên rojnameger tê lidarxistin û di  vê şevê de li ser navê Gurbetellî xelatên rojnamegerên jin tên dayîn.

 

DFG’ê  diyar kir Gurbetelî Ersoz bi hewldan û têkoşîna xwe rê li pêşiya rojnamegerên jin vekir.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24