Li Mûsilê 3 gorên komî hatin dîtin

Li Mûsilê, 3 gorên komî yên ku cenazeyên Pêşmerge û sivîlan tê de bûn, hatin dîtin. Her wiha tîmên pisporan, bi hevrêziya rêxistinên navneteweyî, dest bi derxistina cenazeyan ji 3 gorên komî yên li rojavayê Mûsilê, kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

3 gorên komî li rojavayê Mûsilê hatine dîtin û tîmên pisporan bi hevkariya rêxistinên navneteweyî dixebitin ku wan lêkolîn bikin.

Dr. Yasîn Kerîm, rêveberê Saziya Tiba Edlî ya Hewlêrê, li cihê goran bi peyamnêrê Rudawê Mustafa Goran re axivî.

Yasîn Kerîm ragihand ku ji bo analîzê nimûneyên DNA`yê ji cenazeyan têne girtin.

Wî rave kir ku malbatên 105 hêzên Pêşmerge û kesên winda li benda agahiyên derbarê wan de ne.

Serokê tîma Îraqî ya ku gorên komî vedikole, Ehmed Qusey Esedî, eşkere kir ku ev gor li deverên Arhamat û Muşayrifa ne.

Li gorî Ehmed Esedî, ev cih piştî lêkolîna wêneyên hewayî hatine destnîşankirin.

Esedî, destnîşan kir ku li gorî çavdêriyên wan, çekdarên DAIŞ`ê ev sûcê hovane di Adara 2015`an de kirine.

Esedî destnîşan kir ku şêwaza cilên ku qurbaniyan li xwe kirine nîşan dide ku ew Êzîdî ne.

Fewaz Ebdulebas cenaze yek bi yek bi baldarî têne derxistin

Fewaz Ebdulebas, endamê Komîsyona Navneteweyî ya Kesên Winda, derbarê pêvajoya derxistinê de agahî dan.

Fewaz Ebdulebas rave kir ku cenaze yek bi yek bi baldarî têne derxistin, ji ber ku awayê veşartina wan bûye sedema ku hestî bi hev ve girêdayî bimînin û tevlihev bibin.

Fewaz, got ku hejmar hîn nayê zanîn, lê li cihê yekem zêdetirî 10 cenazeyan û li cihê duyem jî nêzîkî 16`an hatine dîtin.

Fewaz Ebdulebas zêde kir ku ev hejmar dikare li gorî pêşbîniyan biguhere û zêde bibe.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye