Çend malbatên koçber ên ku ev çend sal in koçber bibûn, îro vegeriyan Girê Spî da ku vegerin nav malên xwe, lê dema gihiştin navenda bajêr êrîş ser wan hat kirin û erebeyên wan hatin şewtandin.
Niha jî derdora 100 malbatan ku piraniya wan Kurd in, di avahiya Rêveberiya Herêma Girê Spî de hatine dorpêçkirin.
Derdora 100 malbatên koçber hatine dorpêçkirin
Li gor agahiyan ev malbat bê ku koordîne bi aliyên berpirs re bikin, vegeriyabûn û ti amadekarî ji bo vegera wan nehatibû kirin.