Di hefteya duyemîn a lîgê de, hinek alîgirên Kocaelîsporê li dijî Amedsporê kîsên zer hejandin û nêzîkatiyên nîjadperest nîşan dan. Serdozgeriyê bi tewana "handana gel ji bo rik û dijminatiyê" lêpirsîn da destpêkirin û dadgehê cezayê hepsa malê da 5 gumanbaran. Alîgirên Amedsporê bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" bersiv da û Serokê Klûbê Nahît Eren ev bûyera nefretiyê şermezar kir.
Ji bo kesên ku kîsên zer hejandibûn biryara hepsa malê hat birîn
Serdozgeriya Kocaeliyê derbarê 5 kesên ku di lîstika Kocaelîspor û Amedsporê de kîsên zer hejandibûn, biryara hepsa malê da.