Koma 8`an a Koçberên Efrîna Rojavayê Kurdistanê di berbanga vê sibehê de, ber bi cih û warên xwe ve bi rê ketin.
Koma 8`an a ku ji hezar û 600 malbatan pêk tê, ku li bajarên, Dêrik, Qamişlo û Amûdê diman, di berbanga sibehê de ji Qamişloyê ber bi Efrînê ve bi rê ket.
Koçberên Efrînê kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin “Piştî salên dirêj ji koçberiyê em vedigerin, em spasiya herêma Cizîrê jî dikin.”
Siyamend Efrîn: Dê koçberên Serê Kaniyê jî vegerin
Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Parêzgeha Hesekê Siyamend Efrîn û Endamê şandeya serokkmariyê ya Hikûmeta Veguhêz Mustefa Ebdî amade bûn.
Siyamend Efrîn diyar kir ku ji ber sedemên cuda 1200 malbat hîn mane û wiha lê zêde kir:
“Hêviya me ew e ku hemû koçber vegerin malên xwe, piştî pagijkirina bermahiyên şer ên li Serê Kaniyê wê vegera wan jî dest pê bike”
Her wiha endamê şandeya serokkomariyê ya Hikûmeta Veguhêz Mustefa Ebdî jî anî ziman ku ev karwanê dawî yê koçberên Efrînê ye, di demeke nêz de koçberên Reqayê jî dê vegerin.
Koma yekem a ku ji nêzîkî 400 malbatî pêk dihat, di 9`ê Adara îsal de, koma duyem a ku ji nêzîkî 200 malbatan pêk dihat di 4`ê Nîsanê de, koma sêyem a ku ji nêzîkî 800 malbatên koçber pêk dihat di 14'ê Nîsanê de û koma çarem a ku ji hezar malbatî pêk dihat di 10ê Gulanê de gihîştin Efrînê.
Herî dawiyê jî, koma 7`an a ku ji herêma Cizîrê derketibû, gihîştibû Efrînê ku ew karwan ji 1500 malbatan pêk dihat.