NY: Li Sûdanê di 3 hefteyan de zêdetirî 300 sivîl hatin kuştin

NY'yê ragihand ku li Sûdanê di zêdebûna êrîşên balafirên bêmirov de 306 sivîl hatin kuştin û bi sedan sivîl jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY'yê da zanîn ku li Sûdanê di 3 hefteyên destpêkê yên cotmehê de di êrîşên bi balafirên bêmirov de herî kêm 306 sivîl hatine kuştin û bi sedan sivîl jî birîndar bûne.

Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY'yê, îro der barê zêdebûna mirina sivîlan a ji ber zêdebûna karanîna balafirên bêmirov a ji hêla aliyên şer ve li gelek herêman û hedefgirtina tesîs û deverên krîtîk ên ku kesên ji cih û warên xwe bûne lê dimînin de hişyarî da.

Komîserê, diyar kir ku ev êrişan binesaziya girîng ên wekî xanî, bazar, nexweşxane û tesîsên av û elektrîkê û deverên niştecihbûnê yên sivîl û kampên ji bo kesên ji cih û warên xwe bûne hedef girtine û ev yek jî asta karesata mirovî kûrtir dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye