Civîn li Dihokê hat li darxistin û rewşa xizmetguzariyên giştî li herêma Badînanê hat nîqaşkirin.
Her wiha wan tekezî li ser pêwîstiya başkirina xizmetguzariyê kirin.
Mesrûr Barzanî berpirsên herêmê erkdar kir ku berpirsiyariyên xwe bi cîh bînin û bi her awayî xizmeta gelên herêma xwe bikin.
Barzanî tekez kir ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê dê li hemû parêzgeh û herêman xizmetguzarî û pêkanîna projeyên xizmetguzariyê bidomîne û pêş bixe.