Kompany di dema temaşekirina rahênana tîmê de ji hişê xwe ket

Tîma Bayern Munich ragihand ku rahênerê wan ê sereke Vincent Kompany, dema ku li rahênana tîma duyemîn temaşe dikir, ji hişê xwe ket û ew rakirine nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li golî agahiyan rahênerê Belçîkî di rojên dawî de bi vîrusekê ketibû, ku ev yek bûbû sedem ku ew beşdarî çend rahênanên tîma xwe nebe.

Niha kontrolên bijîşkî yên berfireh ji bo Kompany tên kirin û ew ê di bin çavdêriya bijîşkan de bimîne.

Li şûna Kompany jî wê tîma wî ya teknîkî çavdêriya hemû karûbarên têkildarî rahênan û lîstikan bike.

Her wiha Bayern Munich, dê roja yekşemê li dervyî mala xwe li hember Freiburg bilîze.

Endamê desteya rêveber a tîma Bayern ku berpirsiyarê karûbarên sporê ye Max Eberl got:

"Tenduristiya Kompany ji bo me pêşengiya herî girîng e.

"Li Bayern, em ê her tiştê ji destê me bê bikin da ku ew zû baş bibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye