Di danûnstandinên dîlgirtiyan de 540 leşker hatin berdan

Di danûnstandinek nû ya di navbera Rûsya û Ukrayna de,270 leşkerên her du aliyan li hember hev hatin berdan.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê û Serokê Ukraynayê Volodemîr Zelenskî, di çarçoveya danûnstandinê de 270 leşkerên rûs hatin berdan û li hember wan jî 270 leşkerên Ukraynayê hatin berdan.

Rûsyayê ragihand ku leşkerên wan niha li Belarûsê ne û piştgiriya pêwîst ya derunî û bijîjkî werdigrin.

Serokê Ukraynayê jî di daxuyaniya xwe ya li ser torên dijîtal ragihand ku,ji bilî 270 leşkeran 9 sivîl jî hatine vegerandin.

Zelenskî diyarkir ku xebatên wan ji bo azadkirina hemû dîlgirtiyan wê bê navber bidome.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye