Li Stenbolê civîna R4 û E3 pêk hat

Wezîrên derve yên Tirkiyê, Misir, Pakistan, Erebistana Siûdî, Îtalya, Brîtanya, Almanya û Fransa li Stenbolê civiyan. Beşdarên civînê, li ser girîngiya rawestandina şer, vekirina Tengava Hurmizê û parastina ewlehiya rêyên deryayî tekez kirin. Wezîrê derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan hişyarî da ku êrîşeke nû li ser Îranê dikare şer firehtir bike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di çarçoveya hewldanên dîplomatîk ji bo kêmkirina aloziyên herêmî û navneteweyî, li Stenbolê du civînên wezîrên derve pêk hatin.

Di van civînan de, wezîrên derve yên Tirkiye, Misir, Pakistan, Siûdiyê, Îtalya, Brîtanya, Almanya û Fransayê, amade bûn.

Di civînê de banga rawestandina şer li herêmê hate kirin

Di destpêka van hevdîtinan de, koma çar welatan ku ji Tirkiyê, Misir, Pakistan û Erebistana Siûdiyê pêk tê, li ser rewşa ewlehiyê ya li Rojhilata Navîn, nîqaş kir.

Paşê, bi beşdariya 2 welatên Ewropayê, civîna R4 û E3 pêk hat.

Hakan Fîdan: Êrîşeke nû li ser Îranê dê metirsiyan zêde bike

Yek ji mijarên sereke yên civînan, şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de bû.

Wezîrê derve yê Tirkiye Hakan Fîdan piştî civînan got ku welatên beşdar li hev dikin ku êrîşeke nû li ser Îranê dê metirsiyên li herêmê zêde bike.

Hakan Fîdan: Beşdaran girîngiya vegerandina diyalogê destnîşan kirin

Li gorî gotinên wî, beşdaran girîngiya vegerandina diyalogê û bikaranîna rêbazên dîplomatîk wekî riya çareserkirina nakokiyan destnîşan kirin.

Di daxuyaniya hevbeş a wezîrên derve yên Tirkiyê, Misir, Pakistan û Erebistana Siûdî de jî, bang hate kirin ku ji bo vegerandina tevgera keştiyan li Tengava Hurmizê gavên pêwîst bêne avêtin. 

Bang li Hûsiyan hat kirin ku vegerin pêvajoya siyasî

Di heman demê de wezîran êrîşên li dijî Erebistana Siûdiyê, şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de, bang li Hûsiyan hate kirin ku vegerin pêvajoya siyasî.

Şerê Rûsya û Ûkraynayê hat nirxandin

Li kêleka aloziyên Rojhilata Navîn, şerê Rûsya û Ûkraynayê jî di nav mijarên sereke yên civîna R4+E3 de bû.

R4 ji Tirkiyê, Misir, Pakistan, Siûdiyê pêk tê, lê E3 ji aliyê Brîtanya, Almanya û Fransayê ve hatiye avakirin.

Fîdan diyar kir ku beşdar dixwazin di demeke herî zû de agirbestek were bidestxistin.

Lê, heke şer berdewam bike, ewlehiya li Deryaya Reş û derbasbûna genim û enerjiyê ji bo bazarên cîhanê jî dibin mijarên girîng.

Di encamê de civînên Stenbolê nîşan dan ku aloziyên li Rojhilata Navîn di heman demê de fikarên ewlehiyê, aborî û mirovî yên welatên herêmê û cîhanê zêde dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye