Li Fransayê amadekariyên ewlehiyê hatine zêde kirin

Li Fransayê, hikûmet ji bo pêşîgirtina li dubarebûna aloziyan, amadekariyên ewlehiyê zêde kiriye. Wezîrê Karên Hundir ragihand ku ji bo parastina ewlehiyê 70 hezar endamên hêzên ewlehiyê li seranserê welat tên bicihkirin. Di heman demê de, êrîşeke çekdarî ya li nêzî Parîsê, tengasiya li welêt zêdetir kiriye. Emmanuel Macron jî ev bûyer wekî êrîşeke terorîstî û nijadperestî binav kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Fransayê piştî çend hefteyan ji xwepêşandanan, rewşa ewlehiyê aloztir bûye.

Xwepêşandanên ku bi beşdariya xwendekar û karkeran dest pê kiribûn, di hefteya borî de li gelek bajarên welat veguherîn şer û talankirinê.

Laurent Nunez: 70 hezar endamên ewlehiyê hatine bicihkirin 

Di bersiva van bûyeran de, wezîrê Karên Hundir Laurent Nunez ragihand ku ji bo kontrolkirina xwepêşandanan 70 hezar endamên hêzên ewlehiyê dê li seranserê welat bên bicihkirin.

Li gorî plansaziya ewlehiyê, ji bilî hêzên polîsê, yekîneyên taybet, hêzên destwerdana bilez û balafirên bêmirov jî dê bên bikaranîn.

Di hin deveran de qedexeya derketina derve, dê berdewam bike.

Laurent Nunez: Kesên ku dikanan talan dikin dê bên darzanidin

Nunez got ku desthilatdarî dê li hember kesên ku tevlî tundûtûjiyê dibin an jî dikanan talan dikin, nermî nîşan nedin.

Di heman demê de, tirsa ji dubarebûna talankirinê bandor li sektora bazirganî jî kiriye.

Gelek dikanên li Parîsê, ku bi firotina çenteyên Chanel û hilberên Hermès navdar in, dest bi parastina deriyên xwe kirin.

Li aliyekî din, di 23`ê cotmehê de bûyereke çekdarî li derûdora Parîsê, pêk hat.

Li gorî agahiyan, çekdarek bi çekeke otomatîk li stasyoneke sotemeniyê, agir vêxistiye.

Di encama vê êrîşê de kesek mir û çend kesên din, birîndar bûn. 

Emmanuel Macron: Êrîşa li Parîsê terorîstî û nijadperest e

Emmanuel Macron jî êrîş wekî terorîstî û nijadperestî binav kir û got ku kesê mir ji ber ol û rengê çermê xwe hatine hedefgirtin.

Di aliyê aborî de jî, aloziyên Fransayê bandor li bazarên Ewropayê kirine.

Di dawiya hefteyê de, nîşandeya sereke ya Stock 600 ya Ewropayê bi giştî nêzîkî 1,4 ji sedî kêm bû.

DI 23`ê cotmehê de bi 0,31 ji sedî daket 635,77 xalan.

Bilindbûna bihayê neftê ji ber aloziyên siyasî û civakî li Fransayê, di nav sedemên sereke yên vê kêmbûnê de bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye