Li 10 bajarên navenda Amedê operasyona "xapandinê" hat lidarxistin

Li 10 bajarên ku navenda wan Amed e, 15 kes hatin binçavkirin ku bi rêya malperên înternetê û bi soza kirêkirina erebeyên erzan xapandin kiribûn. Ji van 15 kesan 12 kes hatin girtin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Di operasyona Şaxa Asayişê ya bajêr de hat diyarkirin ku gumanbaran malperên kirêkirina erebeyan ên sexte çêkirine.

Di 20'ê cotmehê de tîman li cihên wekî, Amed, Stenbol, Antalya, Mersîn, Hatay, Dîlok, Elezîz, Çewlîg û Êlihê operasyoneke hevdem dabû destpêkirin.

Hate tespîtkirin ku gumanbaran bi îlanên kirê yên erzan kes birine malperan ku kesên xwestine ji van bihayên erzan sûd werbigirin, arasteyî malperan kirine.

Di operasyonê de, 15 gumanbar hatin binçavkirin, ji wan 12 kes jî hatin girtin.

Her wiha hat diyarkirin ku tevahiya dan û standinên di bankeyê yên gumanbaran de digihêje 226 milyon û 104 hezar û 370 lîreyên Tirkiyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye