Şandeya Başûrê Kurdistanê bi Wezîrê Darayî yê Îraqê re civiya

Şanda Başûrê Kurdistanê ji bo domandina dan û standinan li ser pêşnûmeya qanûna budceya sala 2027an gihîştiye Bexdayê. Li wir jî li baregeha Wezareta Darayî ya Federal bi Wezîrê Darayî yê Îraqê re civiya.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev civîn di qonaxa dawî ya dan û standinan de pêk tê.

Tê hêvîkirin ku di encama wê de helwesta dawî ya Wezareta Darayî ya Îraqê li ser para Başûrê Kurdistanê di budceya 2027an de eşkere bibe.

Di pêşnûmeya budceyê de para Başûrê Kurdistanê ji sedî 14.67’an bo sedî 12.67’an hatiye kêmkirin.

Li gorî agahiyên heyî di hin bendên din ên pêşnûmeyê de jî para Herêmê ji vê rêjeyê kêmtir hatiye hesibandin. 

Ji ber vê yekê tê hêvîkirin ku ev bend di civîna îro de bi hûrgilî bên nîqaşkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye