Di dema xwepêşandanê de, xwepêşanderan dirûşmeyên bi daxwaza dûrxistina parêzgar ji karê wî, bilind kir.
Şêniyan daxwaza çareseriyeke dadperwer û mayînde ji bo pirsgirêkê kir, ku mafên wan ên bicihbûnê garantî bike.
Di heman demê de daxwaz hat kirin ku biryara hilweşandinê were rawestandin.
Şêniyan destnîşan kir ku biryara hilweşandinê, bandorê li nêzîkî 3 hezar û 700 xaniyan dike û wê bibe sedema koçberbûna zêdetirî 20 hezar kesî.