Li gorî daxuyaniya Serokê Rêveberiya Leşkerî ya Kîevê Tîmûr Tkatşênko, artêşa Rûsyayê şeva çû êrişî herêma Brovarî ya li rojhilatê Kîevê kir. Di encama vê êrişê de herî kêm sê kesên din jî birîndar bûn, avahiyeke niştecîhbûnê, hejmarek avahiyên din û çendîn otomobîl zirar dîtin.
Her wiha hate diyarkirin ku Rûsyayê di dema dawî de êrişên xwe yên bi moşekên balîstîk li ser bajarên Ukraynayê dijwar kirine, ji ber ku Kîev di warê cebilxaneya parastina esmanî de rûbirûyê kêmasiyeke mezin bûye.