Balyozên Yekîtiya Ewropayê li ser pakêta 21’emîn a dorpêçên li dijî Rûsyayê li hev kirin.
Dîplomatan got ku pakêt, cemidandina sînorê bihayê petrola Rûsyayê ji bo 12 mehan dihewîne.
Her wiha îstîsnayek salekê jî dihewîne ku destûrê dide transîta gaza xwezayî ya şilekirî ya Rûsyayê bo welatên sêyem, bi nûkirina otomatîk.
Di encama êrîşa Ûkraynayê de 3 kes mirin
Ji aliyekî din ve jî, êrîşên Ûkrayna û Rûsyayê yên li ser hev berdewam dikin.
Moskovayê êrîşên nû li ser armancên leşkerî û binesaziya Ûkraynayê ragihand, di heman demê de Kîevê êrîşên xwe yên bi dronan di nav Rûsyayê de, bi armanckirina herêmên aborî û tesîsan, zêde kir.
Li gorî rayedarên herêmî yên Rûsî, di encama êrîşên Ûkraynayê de li ser Rûsyayê û Nîvgirava Qirimê 3 kes hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da zanîn ku yekîneyên wê yên parastina ezmanî 223 dronên Ûkraynayê şeva borî anîne xwarê.
Rûsya: Me binesaziya barhilgir a leşkerî li Odessa bombebaran kir
Wezareta Parastinê got ku hêzên Rûsyayê binesaziya barhilgir a leşkerî li bendera Odessa ya Deryaya Reş a Ûkraynayê bombebaran kirin.
Wezaretê got ku êrîşên li bajarê Odessa kargehek ji bo hilberîna dronan û depoyek ji bo dabînkirina hêzên Ûkraynayê bi dronan armanc kirin.
Moskova û Kîev, di sala 5’emîn a şerê xwe de êrîşên xwe yên ezmanî li dijî hev didomînin.