Gelek siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl tevlî daxuyaniya li ber avahiya Rêxistina Cizîrê ya DEM Partiyê bûn.
Hevseroka Cizîrê ya DEM Partiyê Fîlîz Acu diyar kir ku li Şirnexê walîtî û ewlehî ev demek dirêje helwesteke zextê raber dike û got:
"Tiştên qewimîne pratîka dewletê ya ji derveyî hiqûqê ye."
Acu bang kir ku lêpirsîna îdarî were vekirin û berpirsyar hesab bidin.
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez jî diyar kir ku ji bo pêvajo bi aştiyê tacîdar bibe ew ê heta dawiyê têbikoşin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeya "Hevşaredar îradeya me ne" bi dawî bû.