Benjamin Netanyahu diyar kir ku ew ê rê nedin ti artêşa terorê li ser sînorê wan bi cih bibe.
Netanyahu diyar kiriye ku hêzên wan ji lûtkeya Hermonê heta Çemê Yarmûkê û ji vir jî heta Deryaya Spî xwedî kontroleke tam û mûtleq in, ku heta niha di dîrokê de kontroleke wiha nehatiye dîtin.
Netanyahu li ser Îranê jî axivî û wiha anî ziman:
"Hîn li van lûtkeyan kar heye ku bê kirin.
Karê sereke têkbirina rejîma terorê ya li Îranê ye.
Em gelekî nêzîkî vê ne."