Li Amêdiyê pirsgirêk bi rêya gotûbêjê tên çareserkirin

Li qezaya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê, zêdetirî sed salî ye ku ti bûyerên kuştinê çênebûne. Li vî bajarî, dema ku xelk şer dikin, çekan bi kar nayînin. Paşê bi rêya gotûbêj û hevtêgihaştinê pirsgirêkên xwe çareser dikin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Bajarê Amêdiyê yê Başûrê Kurdistanê, bi ciwaniya xwezaya xwe bala mirovan dikişîne.

Her wiha di asta Kurdistan û cîhanê de di warê civakî û ewlehiyê de jî wekî derhozekê ye.

Ev bajarê ku li ser lûtkeya çiyayekî balkêş hatiye avakirin, modeleke bêhempa ji aştiya civakî pêşkêş dike.

Li gorî gotina niştecih û berpirsên ewlehiyê yên bajarê Amêdiyê, zêdeyî 100 salî ye ti tawana kuştina bi çekan li vî bajarî nehatiye tomarkirin.

Li Amêdiyê pirsgirêk bi rêya gotûbêjê tên çareserkirin

Li vir çek hişmendiyeke xerîb e, her gava ku pirsgirêk û nakokî di navbera du kesan an du malbatan de çêbibe, serî li tundûtûjiyê nadin, lê bi rêya jihevtêgihaştin û diyalogê li hev tên û têkiliyên xwe normal dikin.

Hêj rojek di ser nakokiya wan re derbas nabe, di cih de li hev tên.

Di 6 mehên îsal de li Amêdiyê tenê yek rewşa hevberdanê hebû

Ev aramiya derûnî û civakî bandoreke pir xurt li malbatan jî kiriye, bi vî rengî ku di heyama sal û nîvekê de ji sala borî, li dadgeha Amêdiyê tenê yek doza hevberdanê ya xelkê navenda bajêr hatiye tomarkirin.

Ev yek jî nîşana çanda wan a dewlemend a parastina hîmên malbatê ye.

Ji bilî aliyê ewlehî û civakî, bajarê Amêdiyê di gelek warên din de jî pêşeng e.

Bajarê Amêdiyê xwedî cihên geştyariyê yên xweş û balkêş e

Di warê geştyariyê de jî, Amêdî ji ber havîngeha xwe ya navdar a "Solav" bûye qibleya geştyaran.

Salane bi sedhezaran geştyar ji hundir û derve, ji ber dîmenên balkêş û hewaya wê ya dilrevîn, berê xwe didin vî bajarî.

Hevdemî vê yekê, nasnameya aborî ya vî bajarî bi "Tehîna Amêdiyê" ve hatiye girêdan; berhemeke navxweyî ya bêhempa ye ku ji ber tam û kalîteya xwe ya taybet sînorên welat derbas kirine û salane bi dehan ton ji vê berhemê ji bo bazarên derve tên hinardekirin.

Amêdî mîna wê xêzkirinê ye ku dîrok, xweza, çand û aştî tê de bûne yek tablo.

Amêdî qezayeke parêzgeha Dihokê ye û hejmara niştecihên wê nêzîkî pênc hezar kesî ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye