Duh rûniştina dawî ya doza Berdan Ozturk hat dîtin. Doz ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê ve di sala 2016'an de hatibû vekirin. Runiştina dozê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Agiriyê hat dîtin.
Parlamenterê DEM Partiya ya Amedê Berdan Ozturk beşdarî rûniştinê nebû, lê parêzerê wî amade bû.
Hat ragihandin ku li Berdan Ozturk ji ber sûcê "Alîkariya rêxistinê kiriye" 4 sal û 6 meh, ji ber sûcê "Propagandaya rêxistinê" jî 1 sal û 10 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn.