Şaman: Ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê mafê hêviyê bê sepandin

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mersînê Lokman Şaman bal kişand ser biryara binpêkirina DMME’yê ya ji bo Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: “Li gorî baweriya me, ji bo pêvajo bi awayekî lez pêşve biçe divê mafê hêviyê bê sepandin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li ser biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) a ji bo binpêkirina “mafê hêviyê” ya der heqê Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan de 12 sal derbas bûn.

 

Lêbelê heta niha Tirkiyê der barê “mafê hêviyê” de tu sererastkirinekî qanûnî nekiriye.

 

Mijara ku di rojeva Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê de ye, piştî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bû mijarê herî sereke.

 

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mersînê Lokman Şaman li ser "Mafê Hêviyê" axivî.

 

 

Rexmî biryarê sererastkirin nehate kirin

 

 

Lokman Şaman diyar kir ku DMME’yê binpêkirina “mafê mirovan” wekî binpêkirina “qedexeya îşkence û sepana xirab” a di xala 3’yemîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê nirxandiye.

 

Her wiha DMME'yê di sala 2014'an ji bo Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan biryar daye ku piştî 25 salan bi kêmanî divê "mafê hêviyê" bê sepandin.

 

Şaman berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû:

 

“Lêbelê Tirkieyeyê ji bo vê yekê tu gav neavêt. Nesepandina biryarên DMME’yê sedemên siyasî ne.

 

Dema em li Qanûna Înfaza Cezayê dinêrin xalên li pêşberî vê dibin asteng hene.

 

Rexmê biryarê Tirkiyê sererastkirina qanûnî nekir. Li gorî fikra me pêkneanîna mafê hêviyê li pêşiya civakîkirinê asteng e.

 

Li gorî baweriya me, ji bo pêvajo bi awayekî lez pêşve biçe divê mafê hêviyê bê sepandin."

 

 

 

 ‘Bêyî serrastkirina qanûnî jî dikarin gav biavêjin’

 

 

Hevserokê OHD'ê Lokman Şaman derbarê rewşa girtiyên nexweş û girtiyên siyasî jî ev tişt anîn ziman:

 

“Di mijara biryarên Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê û girtiyên nexweş de bêyî sererastkirina qanûnî jî ji bo guhertina rewşa girtiyên siyasî dikarin gavan biavêjin.

 

Tevî ku komîsyonê cî nedabe mafê hêviyê jî, di raporê de hatiye destnîşankirin.

 

Lewma divê sererastkirinên qanûnî li gorî standartên DMME’yê werin kirin.

 

Di nava van standartan de ‘mafê hêviyê’ jî heye. Ger standart rast bên nirxandin di gelek mijaran de pêdivî bi sererastkirinan tune ye.”

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye